Şaredariya Riya Armûşê di pêşiya Cejna Remezanê de li tevahiya navçeyê seferberiya paqijiyê ya berfirehî da dest pê kirin. Xebatên ku di bin koordinasyona Gerînendeya Parastin û Kontrola Jîngehê li taxan û navenda sûkê tê meşandin de bi sedan xebatkar beşdar dibin.
Xebatên paqijiyê yên berfirehî tên kirin
Xebatkarên hemû Gerînendeyên şaredariyê bi sedema ‘Paqijiyên Biharê’ di bin Gerînendeya Parastin û Kontrola Jîngehê de kom bûn. Di pêşiyê li taxên Yalimerez, Sixke, Gûndogdu, Taxa nû, Karşiyaka, Xaçort, Cevdet Paşa, Hutuniye, Buzxane, Yali, Halîlaxa, Selîmbey, Seyît Fehîm, Serhat Şerefiye û Valî Mîthatbeyî û hemû kolan û kuçeyên navçê berfirehî hatine paqijkirin. Di çerçoveya xebatan de rê tên damalandin, çop tên kom kirin, peyare tên şûştin û park tên birêkûpêkkirin.
Rêveberiya Şaredariyê Li Qadan e!
Hevşaredara Riya Armûşê Canan Uzunay, Alîkarên Serokê Cûneyt Ergûn û Tahîr Şapkaci, endamên meclîsê, fermandan û gerînendeyên yekîneyan xebatên paqijiyê di cih de vekolandin û bi xebatkaran re hatin cem hev. Hevşaredar Uzunayê bal kişand ku em bi Riya Armûşeke paqij bikevine cejnê pêwîst e, yek bi yek spasiya xebatkaran kir.
Hişmendiya Jîngehê Zêde Dibe:
Rêveberiya Şaredariyê bi sedan xebatkaran re beşdarî xebatên paqijiyê dibe û her wiha ji bo zêdekirina hişmendiya paqijiya jîngehê jî xebatan dimeşînin. Tîmên Şaredariyê li ser derheqê girîngiya paqijiya jîngehê agahiyê didin welatiyan û hişyariya avêtina çopan dikin.
Dê xebat bidomin
Xebatên paqijiya berfirehî û agahdarkirina jîngehê yên bi hatina biharê dest pê kir dê heta cejna Remezanê bidomin. Şaredariya Riya Armûşê li cem xebatên paqijiyê di tevahiya navçeyê de xebatên rê çêkirin û birêkûpêkkirina park û baxçeyan bênavber didomîne.