Pazartesi, 3 Kas 2025
  • İlgi alanlarım
  • Kaydettiklerim
Abone Ol
BajarHaber
  • Haberler
    • Güncel
    • Çözüm
    • Toplum – Kent
    • İklim Krizi – Çevre
    • Kültür-Sanat
    • Sağlık
    • Spor
    • Seyahat
    • Foto Galeri
  • Bajar TV
  • Kurdî
  • Katkıda Bulunanlar
  • Tüm Haberler
Yazı Tipi Yeniden BoyutlandırıcıAa
BajarHaberBajarHaber
  • Haberler
  • Bajar TV
  • Kurdî
  • Katkıda Bulunanlar
  • Tüm Haberler
Search
  • Haberler
    • Güncel
    • Çözüm
    • Toplum – Kent
    • İklim Krizi – Çevre
    • Kültür-Sanat
    • Sağlık
    • Spor
    • Seyahat
    • Foto Galeri
  • Bajar TV
  • Kurdî
  • Katkıda Bulunanlar
  • Tüm Haberler
Mevcut bir hesabınız var mı? Giriş yapın
Bizi takip edin
© 2022 Foxiz News Network. Ruby Design Company. All Rights Reserved.
BajarHaber > Kurdî > Egitim Sen: Perwerde ya Ziman ji bo zarokan mafekî esas e
Kurdî

Egitim Sen: Perwerde ya Ziman ji bo zarokan mafekî esas e

Son güncelleme: 6 Eylül 2024 16:33
Paylaş
WhatsApp Gorsel 2024 09 06 saat 15.53.17 e85f08f5
Paylaş

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistê (EGİTİM-SEN) ya Wanê ji bo perwerdahiya zimanê zikmakî li Wanê daxuyanî da û pişt re jî belavok belav kirin.

Hejmarek endamên Egitim-Senê bi pankarata “Ziman Nasnameya Netewa ne’ hat vekirin.  Li ser navê komê Hevserokê Şaxa Egitim Sen yê Wanê Murat Atabay daxuyanî xwend û got ku “Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin.”

‘Ji bo zarokan di zimanê dayikê de perwerde mafekî esas e’

Atabay, axiftina xwe de bal kişand li ser mafê ziman  û wiha got; “Maf, ji zikmakî dest pê dike û mafên kes/ayetî yên mirovî hem di makezagonên dewletan de hem jî di peymanên navneteweyî de hatine parastin. Wekî mafê jiyankirinê hin taybetmendîyên mafên bingehîn hene ku li her derê cîhanê derbasdar in ango gerdûnî ne. Mafê perwerdehîyê jî yek ji wan mafên bingehîn e. Perwerdedîtin ji bo her zarok mafekî esasî ye ku di gelek peyman û danezanên  navneteweyî yên mafên zarokan de bi cih girtîye. Pedagojî jî vê esasê piştrast dike û herwiha mafê/rêgeza (prensîp) perwerdehîya bi zimanê zikmakîyê ji bo derûnî (psîkolojî) û pêşketina kesayetîya zarokan, fêmkirin û hînbûna waneyan (ders) herî girîng dibîne.”

Mînakên pirzimanî

Atabay, hinek mînak li ser dewletên pirzimanî bikartînin da û domand; “Di roja me de ji hêla mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî ve pergal/modela perwerdehîya welatan curbicur in. Welatên wekî Afrîkaya Başûrî, Amerîka, Almanya, Belçîka, Bolîvya, Çîn, Fransa, Hindistan, Hollanda, Îsraîl, Îran, Îraq, Kanada, Spanya, Swêd, Swîsre wek perwerdehîya pirzimanî-duzimanî ji bilî perwerdehîya zimanê fermî di zimanê klan-kêmîneyan û gelên dîtir de jî perwerdehî tête dayîn ango bi zimanê xwe perwerdehî dibînin. Di gel pirzimanî-duzimanîya van welatên ku girîngîyê didin mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî; Tirkîye, ku her çiqas di nav sînorên xwe de ji sihî zêdetir grûbên etnîk (kêmîne, gel) ên cuda hebin jî,  di pergala perwerdehîya xwe de wekî zimanê zikmakî bi tenê yekzimanî -bi tirkî- perwerdehî dide. Ev feraseta perwerdehîyê ya Tirkîyeyê hem ji alîyê mafên mirovan ve hem jî ji alîyê pedagojîyê ve gelek encamên neyînî derdixîne.”

‘Berî her tiştî statû şert e’

Atabay, dawiya axaftina xwe de ew gotin anîn ziman; “Li Tirkîyeyê, her sal li gel vebûna dibistanan bi sed hezaran zarokên zimanê wan ne Tirkî, ji perwerdehîya bi zimanê zikmakî bêpar dimînin. Û ev jî di nav xwendekaran de dibin sedemên biserneketin, paşdemayîn, derûnîxirabûn, jixwenebawerîbûn û her wekî dinê. Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî wekî mafê jînê, parçeyekî mafên mirov ên bingehîn e ku mirov bi mafên xwe mirov e. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em daxwaz dikin ku xalên astengdar ên Makeqanûnê werin guhertin. Di peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Divê rayedar li gor wan peymanên ku îmze kirine tevbigerin û gavên pêwîst biavêjin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin. Bila zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Berî her tiştî şert e ku statûyek Kurdî hebe û ev statû bi zagon û destûra bingehîn bê parastin. ”

Egitim Sen çi dixwaze:

Dawiya daxuyanî de Atabay, daxwazên Eğitim Senê rêz kir;

  • Hemû ziman ji çanda mirovahîyê tên û hemû jî wekhev in. Ji bo wekhevîyê azadîya çand û huner û zimanan dixwazin.
  • Perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafê sereke ye. Bi hemû zimanên li vî welatî perwedehîya bi zimanê zikmakî dixwazin.
  • Qedexekirina zimanekî kuştina ziman û çandekê ye. Qedexeya li ser kurdî divê bi lez bê rakirin.
  • Di gelek dewletan de bi pirzimanî û yan jî bi duzimanî perwerde tên kirin. Kurdî jî bila bibe zimanê fermî û perwerdehîyê.
  • Bi zimanê dayîkê perwerdebûn mafê her zarokekê ye. Em bi zimanê her zarokekî/ê perwerdehîyê dixwazin.
  • Divê her zimanê li vî welatî û xasma jî kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê.
  • Divê zaningehên bi zimanê kurdî vebin.
  • Em dersa hilbijarî bi têrê nabînin û em perwerdehîya bi kurdî dixwazin.
  • Hemû astengîyên li ser çand û hunera zimanê zikmakî divê bên rakirin.
  • Ji bo pêşxistina her zimanî çavkanîyên aborî divê bên veqetandin.

 

 

BajarHaber

 

Etiketler:AğitimEğitim SenKürtçe
Bu haberi paylaş
Twitter Email Linki kopyala Yazdır
Önceki haber surr Sur’da ‘Sokakta Spor’ etkinliği
Sonraki haber Picsart 24 09 06 16 18 37 932 1 Van’da ‘Tarımda ve Gıdada Geleceği Kurmak’ Sempozyumu düzenlenecek
Yorum yap

Bir yanıt yazın Yanıtı iptal et

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Your Trusted Source for Accurate and Timely Updates!

Our commitment to accuracy, impartiality, and delivering breaking news as it happens has earned us the trust of a vast audience. Stay ahead with real-time updates on the latest events, trends.
FacebookBeğenin
TwitterTakip edin
InstagramTakip edin
LinkedInTakip edin
MediumTakip edin
QuoraTakip edin
- Advertisement -
Ad image

You Might Also Like

kurt dili icin anayasa degisikligi cagrisi kurtceye statu verilmeli
Toplum - Kent

Van ve Ağrı’da ‘Kürtçe için Statü’ yürüyüşü düzenleniyor

IMG 0246
Kurdî

Akademy’ê Ji Bo Cejna Zimanê Kurdî Bernameyek Li Dar Xisê

49a3bdc3 4eb0 4f16 b26e 3810acb6489c
Tüm Haberler

İpekyolu Belediyesi çok dilli beleciyeciliği sürdürüyor

77effc1e d9ee 4866 a995 8f5be02c1c17
KurdîBajar TV

Salvegera 110an a Komkujîya Ermenîyan

Arif Aslan
BajarHaber
Facebook Twitter Youtube Rss Medium

Hakkımızda

 

BajarHaber ve Bajar TV, doğa, kent ve toplum ilişkisini merkeze alan haber içerikleri üretmekte ve bu alandaki yayınları yakından takip etmektedir. Bu doğrultuda, yerel yönetimlerin ve bilim kuruluşlarının örnek projelerini mercek altına alarak; kentleşme sürecinde toplumun doğaya zarar vermeden, sağlıklı ve sürdürülebilir bir yaşam kurmasına katkı sunmayı hedeflemektedir.

Bir yandan iklim krizi, diğer yandan talan politikalarıyla karşı karşıya kalan kentlerin sorunlarına yalnızca eleştirel bir bakışla değil; alanında uzman akademisyenlerden alınan destekle, çözüm odaklı gazetecilik yaklaşımıyla eğilmektedir. Amaç, mevcut sorunlara alternatif yollar sunarak toplumu bilgilendirmek ve birlikte yaşanabilir kentlerin inşasına katkı sağlamaktır.

Kategoriler
  • Haberler
    • Çözüm
    • Toplum – Kent
    • İklim Krizi – Çevre
    • Kültür-Sanat
    • Güncel
    • Sağlık
    • Seyahat
    • Spor
    • Foto Galeri
  • Bajar TV
  • Kurdî
  • Tüm Haberler

Van Dijital Medya Derneği, tarafından kurulmuştur.

Hoşgeldiniz

Oturum Açın

Şifrenizi mi unuttunuz?