Di çarçoveya bîranîna Celadet Elî Bedirxan û destpêka weşana kovara Hawar’ê ku bûye wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Akademy’ê li Wan’ê bernameyek tertîp kir.
Bernameya ku bi armanca bal kişandin û pêşve birina zimanê kurdî hatî li dar xistin rastî eleqeyek zêde hat.
Bername bi performansa koma erbaneyê dest pê kir, piştre hevseroka Akademy’ê birêz Gulseren Kîraz xêr hatina mêvanan kir û li ser giringiya parastina kurdî û feydeyên pirzimanî û pir çandiyê sekinî. Piştre sertîfîkayên kursiyerên ku kursên kurdî û îngilîzî qedandî hatine dayîn.
Li pey wê hevserokê Akademy’ê birêz Abdurrahîm Orhan li ser giringiya rojê xeberdanek kir. Orhan di xeberdana xwe de li ser dehayê kurd Zîryab -ê ku kêm tê nasîn- sekinî.
Behsa jiyana wî ya ku Musilê dest pê dike û Kordoba’ya Endulus’ê dawî dibe kir. Pêşengtiya wî a ronesansa pêşwext a Ewropayê, dansa Flamenko û gîtara Îspanyolî îcad kirina wî anî ziman. Her wiha qala edet û ûrfên sifreyê yên vê dema modern ku wî dabûn dest pê kirin, keşif kirina krîstalê ji aliyê wî ve, derheqê pêngavên di mijarên paqijî, mode, hijyen û qadên din yên civakî kir.
Birêz hevserok anî ziman ku divê li ser Zîryab ku pireke; di navbera medeniyetên Rojhilat û Rojava de kurd lêkolînên berfirehtir bikin û lê xwedî derkevin. Li ser navê wî enstîtu bên ava kirin, di nav kurdan de bê te naskirin.
Bername bi sînevîzyonên derbarê 15’ê Gulanê û Akademyê, kilam û stranên Dengbêj Taha Bozdemîr, Hunermend Neslîhan Edîş û Rêber Soyler berdewam kir û govenda beşdarvanan ve qediya.